NûçeRojhilatanavinYemen

Li Yemenê şewba kolerayê

Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Yemenê jimara kesên ku ji ber şewba kolerayê mirine gihîştine 242an û nexweşî bilez belav dibe.

Nûnerê WHOyê li Yemenê Dr. Nevio Zagaria bi telefonê beşdarî civîna çapemeniyê ya li Nivîsîngeha Cenevreyê ya NYê bû û diyar kir ku li temamê welat 23 hezar û 425 bûyerên kolerayê hatine tesbîtkirin.

Zagaria, destnîşan kir ku şewb herî zêde li paytext Senayê tê dîtin, li 18 wîlayetan zêde ye û li 23 wîlayetan jî belav bûye.

Zagaria bal kişand ser wê yekê ku ji ber şer sîstema tenduristiyê bi temamî rûxiyaye û loma nikarin kolerayê bixin bin kontrolê.

Der barê rewşê de wiha got: “Leza şewba kolerayê ew qasî zêde ye ku mînakeke wisa nehatiye dîtin.”

Herwiha got ji ber vê şewbê 242 kes mirine û ji bo ev nexweşî zêdetir canan nestîne daxwaz kir ku çavkaniyên avê û tesîsên ava vexwarinê bêne çakkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu