ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Têkoşîna li Sûriye û Iraqê, berevaniya ji sînorên Îranê

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, serdar sertîp Îrec Mescêdî rawêjkarê derecebilind ê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî şeva buhurî li merasima çilê 13 şehîdên mazenderanî yên berevanê mezargehên pîroz( li Sûriyê) li bajarê Sarîyê li bakûra Îranê got: Heleb, Felûce û deverên din li Sûriye û Iraqê xeta pêşeng a bereya berxwedana islamî ne û pasdar û besîciyên îranî wek berevanên mezargehên pîroz li van bereyana yê heta kuştina DAIŞ`îyê herî dawiyê li meydanê bin.

Rawêjkarê derecebilind ê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî pêkutî kir ku komên tekfîrî û DAIŞ bi piştgiriya Erebistanê û Israîla dagirkir bi merema dagirkirina Iraq û Sûriyê bi armanca nêzîkbûna li sînorên Komara Islamiya Îranê şêrr dikin.

Serdar Mescêdî tekez kir ku ji ber viya Komara Islamîya Îranê li rex birayên din ji welatên islamî ji wan yên ji Pakistan, Efxanistan û Libnanê şêrr dike ta ku destê têrorîstan ji sînorên Îranê bê kurtkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu