NûçeAborîRojhilatanavin

Tel Aviv: Tirkiye hevkarê me yê bazirganiyê yê 4emîn e

Di daxuyaniya Wezîra Aborî û Pîşesazî ya Îsraîl a dagirker de Orna Barbivai diyar kir ku dê di destpêka meha Tebaxê de Ataşeyên Bazirganî yên li Tirkiyeyê ji nû ve bên aktîfkirin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a “Anadolu”yê, Barbivaî Wezîra Aborî û Pîşesazî ya Siyonîst Îsraîl jî bal kişande ser vê yekê ku “Tirkiye 4emîn şirîkê girîng ê bazirganî yê Telavîvê ye”.

Barbivai her wiha got, “Vekirina Odeya Atîşeyên Aborî nîşana berpirsyariya Îsraîlê ye ku têkiliyên xwe yên aborî bi Tirkiyeyê re kûr bike. Em bi niyaz in ku di demek nêzîk de konferanseke aborî ya hevbeş di navbera her du welatan de saz bikin.”

Başa dön tuşu