CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Telavîv: Yan ê peymana nûkleerî hilweşe yan jî Îsraîl wê li hemberî Îranê şer ragihîne

Wezîrê Îstîxbarat ê Îsraîlê Îsrael Katz di axaftina xwe de ragihand ku eger hewldanên Trump ê hilweşandina nûkleerî encam nedin em ê li hemberî Îranê dest bi mudaxeleya leşkerî bikin.

Wezîrê Îstîxbarat ê Îsraîlê Îsrael Katz di axaftina xwe de ragihand ku eger hewldanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ê hilweşandina nûkleerî encam nedin em ê li hemberî Îranê dest bi mudaxeleya leşkerî bikin. Trump niha dixwaze bernameya Îranê ya nûkleerî têk bibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nûkleerî ya Îranê gotibû ‘ev peymana herî xirab e û ku Amerîka tevlî bûye’. Di mijara betalkirina peymanê de herî zêde Îsraîl piştgiriyê dide Trump. Rêvebiriya Telavîvê dûhî ji bo peymana nûkleerî tehdîdeke tund kir.

Li gorî nûçeya malpera Kararê, Îsrael Katz duhî li Japonyayê di axaftina xwe ya çapemenî de got: “Eger hewldanên Trump encam nedin û rê li ber nûkleera Îranê neyê girtin, Îsraîl bi tena sere xwe wê li hemberî Îranê dest bi mudaxeleya leşkerî bike. Dikarin guherînên ku ticarî nebin xwediyê çekên nûkleerî bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu