İslami Davet Kurdi Bange İslami

Têlêskopa Radyoyî ya herî mezin li cîhanê dest bi xebatê kir

Projeya çêkirina Têlêskopa Radyoyî ya herî mezin li cîhanê ku navê Têlêskopa FAST`ê lê kirine bi fermî bi dawî hatiye û pêşbînî tê kirin, opêrasiyona damezirandin û bikaranîna wê heta dawiya Cotmeha 2016`an pêk were.

Li pey cihanîna qonaxa dawiyê ya opêrasiyona çêkirina Têlêskopa Radyoyî ya herî mezin a cîhanê û kemilandin û damezirandina tîkeka 4450`an a vê dewriya wergira pêlên gerdûnî ku pêncsed mitr eşkêla (diametr) wê ye, opêrasiyona çêkirina wê bi dawî hat.

Ev Têlêskopa Radyoyî li navçeya Pîng Tangê li parêzgeha Goyjoyê li başûrê rojavaya Çînê hatiye danîn.

Li qonaxên sazkirina tîkeyên cûrbicûr ên vê Têlêskopa Radyoyî robotên taybet hatine bikaranîn ku diqet û asta ewlehiya wan zêde kiriye. Êşkêla devika vê Têlêskopa Radyoyî derdora 500 mitrî ye û çêkirina wê ji havîna sala 2011`an va dest pê bûye.

Ev Têlêskopa Radyoyî ku Têlêskopa Radyoyî ya herî mezin li cîhanê tê hesêb, sê qat ji mînaka xwe ya pêşîn anku Têlêskopa Radyoyî ya Arsîvê li Portorîkoyê deqîqtir e û xercê çêkiirna wê derdora 700 miliyon Yûan (Beranberî 110 miliyon dolar) hatiye texmînkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version