ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Rejîma Siûdî 13 masîgirên yemenî kuştin

Li encama êrişa roja yekşemiyê ya balefirên cengê yên Rejîma Siûdî ser qayiqên masîgirên yemenî li perava rojava vî welatî, 13 yemenî hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.

 Balefirên Rejîma  destdirêjkirê siûdî pêncşemiyê 9 Tebaxê jî ûtûbûsa hilgirê zarokên yemenî li bajarê Zehyanê ya parêzgeha Sedeyê da ber êrişan ku li encama wê 55 zarok hatin kuştin û 77 kes jî birîndar bûn.

Balefirên  cengê yên hevaledniya siûdî pêncşemiyê 2 Tebaxê jî nexweşxana El- Sewre ya bajarê Hudeydê bombebaran kirin. Li vê cinayetê, herîkêm 60 welatiyên yemenî hatin kuştin û zêde ji 100 kes jî birîndar bûn.

Rêxistinên navnetewyî û saziyên mafên mirovan heya niha bi caran cinayetên Rejîma Siûdî li Yemenê şermezar kirine.

Başa dön tuşu