CîhanNûçe

3 ji wan polês termê 4 kesan hat dîtin

Li nêzî bajarê Zihuatanejoyê ya Meksîkayê 3 ji wan polês termê 4 kesan ku hatine şewitandin, hat dîtin.

Berdevkê polêsan yê eyaleta Guerrero, Roberto Alvarez ragihand ku termê 3 polêsan bi çekên wan ve li paşiya wesayîtê şewitandî dîtine. Alvarez, destnîşan kir ku termê kesekî jî ku nasnameya wî nehat eşkere kirin dîtine.

Hate diyarkirin ku polêsên hatine kuştin ji roja pêncşemê ve winda bûne Li Meksîkayê her sal di bûyerên ku çeteyên tiryakê tevlî dibin bi dehan kes tên kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu