IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Tendirûstiya Iraqê: Şewata nexweşxaneya El-Yermûk pilankirî bû

Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê Ehmed El-Rûbeyî daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, hin madeyên şewatê mîna Benzîn li cihê bûyerê hebûn û da zanîn ku ew hebûna wan medeyan nîşana wê yekê dide ku şewat pilankirî bû û destek li pişt bû.

Di heftiya borî de şewatek bi nexweşxaneya El-Yermûk li bajarê Bexda ketibû, tê de 13 zarokên bişîr canê xwe ji dest dabûn, Wezareta Tendirûstiya Iraqê sedema şewatê li pirsgirêkeke kehrebê vegerandibû.

Ji aliyê xwe ve, Wezîra Tendirûstiyê piştî şewata naxweşxaneyê xwe ji kar vekişand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu