NûçeRojhilatanavinSûriye

Tenê çend semt mane ku Artêşa Sûriyeyê hemû Helebê bigire

Artêşa Sûriyeyê li navenda bajarê Helebê yê Sûriyeyê taxa herî mezin a bajêr ya bi navê Bab El Xalid jî di nav de herêmên kela Helebê û Heleba kevn ji rêxistinên terorîst paqijkirin. Tenê çend semt mane ku artêş hemû bajêr bigire.

Artêşa Sûriyeyê ev 20 roj in bi beşdarbûna 20 hezar leşkeran ji bo ku bajarê Helebê ji Eniya Fetih El Şam, Ahrar’uş Şam, Artêşa Îslamê, Lîwayên Nûreddîn Zengî û komên din ên ASAyê paqij bike, operasyoneke mezin dimeşîne û di çarçoveya vê operasyona bi navê ‘Dayikên Şeran’ de heta niha 35 tax û semt bidestxistine.

Artêşa Sûriyeyê di encama şer û pevçûnên dijwar de li navenda Helebê Mizgefta Emewî, Taxa Al-Şar û Zebdînê, taxên Merce û Şêx Lutfî, taxa Karem el-Katerci, taxên Bab Hedîd û Axyûrê û herêma Heleba Kevn ji destê rêxistinên terorîst girtin. Kela dîrokî ya Helebê û herêmên li derdora wê ev 4 sal in di destê rêxistinên terorîst bûn.

Piştî bidestxistina van taxan artêşê dest bi alîkariya sivîlan kir û û kesên birîndar dibin nexweşxaneyan. Li gel vê yekê hat diyar kirin ku li piraniya taxan mayin û bombe hatine bicihkirin û hat dest nîşan kirin ku artêşê dest bi paqijiya wan kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu