ÎranNûçeRojhilatanavin

“Tenha welatên navçeyê dikarin ewlehiya vê navçeyê, Kendava Farsê û Deryaya Omanê dabîn bikin û hebûna welatên seranavçeyî hertim hokara pêkanîna kêşe û qeyranî bûye“

Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, emîr deryadar Hebîbullah Seyarî li axaftinekê li koma mamoste û xwendekarên “Taxima Mearifa Şêrr a şehîd Sipehbud Elî Seyad Şîrazî“, destnîşan kir: “Ne tenê hêza deryayî belkî gişt artêş û tevayê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di rewşa amadetiya sedî sed a berevaniyê û hêza pêşîlêgirtina leşkerî ne û îzna destdirêjiya li ser welatê îslamî nadine tu destdirêjkerekî mejîsivik û xav“.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: “Iqtidara hêz deryayî ya artêşê û hêzên din ên çekdar ên îranê li halê berfirebûnê ye“.

Deryadar Hebîbullah Seyarî destnîşan kir: “Ev hêz û iqtidara leşkerî û pêşketinê çekdariyê yên Îranê, ne ji bo destdirêjiya li ser ti welatekî; Belkî tenê ji bo berevanî û pêşîlêgirtinê ye û ji bo parastina yekparçetîyê û berevaniya ji berjewendiyên Îranê ye“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu