BehreynNûçeRojhilatanavin

Tepeserkirina nerazîyên behrêynî bereberê şeşemîn salvegera şoreşa gelê Behrêynê

Bereberê şeşemîn salvegera şoreşa gelê Behrêynê, dadgeha venihêrînê ya vî welatî cezaya 15 sal hepsê da 3 welatîyên vî welatî bi tawana şewitandina navenda polîsan a devera Xemîsê di sala 2013`ê da.

Li gorî rapora PressTV`yê, bi nêzîkbûna salvegera destpêbûna şoreşa Behrêynê di 14`ê Sibata 2014`an da, neyarên hikûmetê tevî tepeserkirina dijwar, xwepêşandanên seranserî lidar xistin ku li hin deveran di navbera nerazîyan û hêzên ewlehîyê da pevçûn derketîye.

Hêzên rêjîma hikimdar a Behrêynê jibo girtina pêşîya lidarxistina xwepêşandanan, şeva buhurî hin kolanên sereke yên bajarê Mename paytexta vî welatî û şarên din girêdan.

Li hin deveran ji wan li devera Ebûsebîyê jî gel bi nîşana hevgirtina ligel girtîyên sîyasî xwepêşandanek birê xistin.

Ji hêla din ve greva hogirên Şêx Îsa Qasim, melayê navdar ê behrêynî li ber mala wî li devera Derazê didome.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`ê va bûye meydana şoreşa gelanî li hemberî rêjîma hikimdar a vî welatî.

Gelê Behrêynê azadî, dadmendî, wekhevî û pergaleke gelanî li welatê xwe dixwazin.

Rêjîma Behrêynê heta niha jibo tepeserkirina nerazîbûnên gelanî gellek rêvebirên neyaran girtine û cezaya hepsên demdirêj jibo wan birrîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu