Komên berxwedana filistînî li daxûyaniyekê ser hevrêtiya bi Îranê re bona rawestana li ber îstikbarê li cîhanê bi serkirdetiya Emerîka û Rejîma Siyonîstî teqez kirin.
Komên berxwedana filistînî îro çarşemiyê her wiha hişyarîdana bo Rejîma Siyonîstî li bara ceribandina sebra berxwedanê, raghandin ku hêêzn berxwedanê tim amadeyî rawestana li ber dagirkiran in.
Li beşek ji vê daxûyaniyê hatiye, çiqên eskerî yên komên filistînî li odeya operasyona hevpar îsbat kirin ku Gaza û berxwedan tu carî çok nadanin û odeya operasyona hevpar bû mînakek ji karê berxwedana hevgirtî û qayîde û qirarên xwe ser dagirkiran da sepand.
Komên filistînî teqez kirin ku plana emerîkî ya danûstandina sedsalê nayê qebûlkirin û ew dê li hember hemî komployan bisekinin.
Li gorî plana emerîkî ya danûstandina serdemê, Qudsa Şerîf radestî Rejîma Siyonîstî dibe awareyên filistînî li welatên din dê mafê vegerê tinebin û Filistîn bi tenê xwedanê erdê mayî yên kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê bimînin.