FilistînIraqNûçeRojhilatanavin

Teqezkirina Iraqê ser piştgiriya ji mesela Filistînê

Serokwezîrê Iraqê teqez kir: Bexda dijberê her cure plana bajarokçêkirina Îsraîlê li navçê ye û helwêsta Bexdayê bona piştgiriya ji mesela Filistînê naguhere.

 Li gorî rapora Fars Newsê, Adilê Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê îro duşemiyê li hevdîtina bi Muhemed Eştiye serokwezîrê Teşkîlata  xweîdarekir a Filistînê li Bexdayê re got: Pêşiya plana emerîkî ya danûstandina serdemê hat  girtin û welatên ku daxwaza cihanîna  vê planê kirin bi işkesta civîna Menamê, tu destevtek bi dest nexistin.

  Muhemed Eştiye jî li vê hevdîtinê sipasiya helwêsta Iraqê li boykotkirina  civîna aborî ya  Behreynê kir û got: Iraqê li vemirandina agirê qeyranê li navçê roleka giring hebûye.

  Li vê hevdîtinê her wiha her du aliyan meselên têkildarî pêşe, aborî û bazirganiyê  hilkolandinû çarçovên cihanîna wê dîzayn kirin.

 Civîna aborî ya Behreynê ser navê kargeha Menamê ku yekim qonaxa cihanîna  plana  emerîkî ya danûstandina serdemê bû rojên  24 û 25 Hezîranê li nav nerazîbûnên  berfireh ên cîhanî û navçeyî li Menamê hat liadrxistin.

Plana  Amerîkayê bi navê “Danûstandina Sedsalê“ bi armanca wêdadayîna mijara Filsitînê, rewazanîna siyaseta cihêkariya nijadî ya siyonîstan û bajaroksaziya vê rêjîmê li gorî pîvan û standardên Amerîkayê ye.

Li çarçoveya  plana Plana nû ya Amerîkayê bi navê “Danûstandina Sedsalê`, donald Trump serokkomarê Emerîkayê , 6 Kanûna 2017an  bajarê dagirbûyî yê Qudsê wek paytexta rejîma sexte ya Îsraîlê da nasandin û biryara xwe ya guhestina balyozxana Emerîkayê ji Tealvîvê bo Qudsê raghand.

Başa dön tuşu