Serokwezîrê Iraqê teqez kir: Bexda dijberê her cure plana bajarokçêkirina Îsraîlê li navçê ye û helwêsta Bexdayê bona piştgiriya ji mesela Filistînê naguhere.
Li gorî rapora Fars Newsê, Adilê Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê îro duşemiyê li hevdîtina bi Muhemed Eştiye serokwezîrê Teşkîlata xweîdarekir a Filistînê li Bexdayê re got: Pêşiya plana emerîkî ya danûstandina serdemê hat girtin û welatên ku daxwaza cihanîna vê planê kirin bi işkesta civîna Menamê, tu destevtek bi dest nexistin.
Muhemed Eştiye jî li vê hevdîtinê sipasiya helwêsta Iraqê li boykotkirina civîna aborî ya Behreynê kir û got: Iraqê li vemirandina agirê qeyranê li navçê roleka giring hebûye.
Li vê hevdîtinê her wiha her du aliyan meselên têkildarî pêşe, aborî û bazirganiyê hilkolandinû çarçovên cihanîna wê dîzayn kirin.
Civîna aborî ya Behreynê ser navê kargeha Menamê ku yekim qonaxa cihanîna plana emerîkî ya danûstandina serdemê bû rojên 24 û 25 Hezîranê li nav nerazîbûnên berfireh ên cîhanî û navçeyî li Menamê hat liadrxistin.
Plana Amerîkayê bi navê “Danûstandina Sedsalê“ bi armanca wêdadayîna mijara Filsitînê, rewazanîna siyaseta cihêkariya nijadî ya siyonîstan û bajaroksaziya vê rêjîmê li gorî pîvan û standardên Amerîkayê ye.
Li çarçoveya plana Plana nû ya Amerîkayê bi navê “Danûstandina Sedsalê`, donald Trump serokkomarê Emerîkayê , 6 Kanûna 2017an bajarê dagirbûyî yê Qudsê wek paytexta rejîma sexte ya Îsraîlê da nasandin û biryara xwe ya guhestina balyozxana Emerîkayê ji Tealvîvê bo Qudsê raghand.