ÎranNûçeRojhilatanavin

Berdevkê dewleta Komara Islamî ya Îranê got ku her kiryara Amerîkayê li dijî rêektinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê dibe sedema tenêmayîna zêdetir a Amerîkayê li dinyayê

Mihemedbaqir Nobext berdevkê dewleta Komara Islamî ya Îranê li civîna çapemenîyê li Têhranê got: Îranê ji derfeta dîrokî ya muzakireyên navokî sûd wergirtîye.

Nobext bi gotina vîya ku Komara Islamî ya Îranê piştî serketina Inqilaba Islamî li gellek waran serkevtî bûye, ragihand ku Iran hela jî hêzeke aştîxwaz li dû pêkanîna aştî û istiqrarê li navçê ye.

Berdevkê dewleta Komara Islamî ya Îranê herwiha di bersiva vê pirsê da ku gelo li gorî rêketinama navokî hemi dirafên bilokebûyî yên Îranê hatine azadkirinê, got: Tişta ku jibo azadkirina darayîyên bilokebûyî yên Îranê li ser wê lihevkirin pêk hatibû, pêk hatîye û hemi darayîyên bilokebûyî hatine azadkirinê.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê berovajî helwestên alîyên din ên rêketinama navokî(Ingilîs, Fransa, Almanîya, Çîn, YE û Ûrsêt) ev rêketinama, rêketinameyeke xirab wesif kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu