EwropaÎranNûçeRojhilatanavin
Teqezkirina rayedarekî ewrûpî ser hevgirtina şîrketên ewrûpî bo hevkariya bi Îranê re

Serokê odeya bazirganiyê ya Ewrûpayê ser pêwîstiya hevgirtina şîrketên ewrûpî ji bo hevkariya tev Komara Îslamî ya Îranê teqez kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Krîstof Laytel, serokê odeya bazirganiyê ya Ewrûpayê roja îniyê li daxûyaniyeke twîterî de raghand: Hevgirtina welatên ewrûpî bo piştgiriya ji Îranê pêwîstiyeke giring e û behsa li bara vê meselê divê daynin nava gotûbêjên Yekitiya Ewrûpa û Emerîkayê.
Krîstof Laytel got: Komîsyona Ewrûpayê divê viyana xwe ji bo berevaniya ji şîrketên ewrûpî ku bi Îranê re hevkariyê dikin bi zelalî bixe rojevê.