Çavkaniyên medyayê teqîna bombeyeke li kêleka rê li riya trimbêla hilgirê hêzên eskerî yên Iraqê li navça Xaneqînê li rojhilata parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê agahî dan.
Li gorî rapora Someriye Newsa Iraqê, îro yekşem piştî teqîna bombeyeke li kêleka rê li riya trimbêla hilgirê hêzên vî welatî, hejmarek ji eskerên iraqî birîndar bûn, heya niha li bara hûrgiliyên teqînê û xisarên wê tiştek nehatiye ragahndin.
Di hemen demê de, eskerên artêşa Iraqê li operasyoneke berfireh li Hewz Hemrînê li parêzgeha Diyalê sê endamên tekfîrî yên DAIŞ`ê peyda kirin û kuştin.
Li gorî raghandina medya iraqî, yek ji kuştiyên DAIŞê ji kesên întiharî yê vê koma tekfîrî bûye.
Artêşa Iraqê vê dawiyê operasyoneke berfireh bo şopandina endamên mayî yên DAIŞ`ê li Diyalê destpê kiriye.
Dewleta Iraqê, 21 Kanûna 2017`an , dawîbûna hizûra eskerî ya koma terorîstî ya DAIŞ`ê raghand lê paşmayiyên terorîstan, hin êrişan li navçên vî welatî cih tînin.