NûçeRojhilatanavin

Teqîna 2 bombeyan li paytexta Iraqê

Hejmareke welatiyên iraqî bûn goriyê teqîna du bombeyan li bajarê Bexda paytexta vî welatî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Wai ya Iraqê, şeva buhurî di encama teqîna du bombeyan li devera Emîn li rojhilat û devera Mehmûdiye li başûra Bexdayê da, 2 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

Her wiha duh di encama teqîna bombekê li devera Ebûxureybê li rojavaya Bexdayê, 2 welatiyên iraqî hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu