IraqNûçeRojhilatanavin

Sekinîna Ebadî ser ji nû ve avakirina Mûsilê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku cîhanê fikir nedikir ku hêzên iraqî bikaribin bi vê zûtiyê li nav Mûsilê terorîstên DAIŞÊ têk bidin û got: Niha pêwîst e proja avakirina Mûsilê bi lezgînî destpê bibe.

Li gor rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh yekşemê, çû Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê û bi fermî azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragihand.

Ebadî piştî hevdîtina tev fermandarên iraqî bal kişande ser viya ku mêrxasî û camêriya hêzên çekdar ên Iraqê bona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê cîhan ecêbgirtî kir û got: Hêzên iraqî mêrxasiya xwe nîşanî gelên cîhanê dan.

Li gorî raporên ber dest, Ebadî dê li bara azadiya bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê daxûyaniyek da.
Hatiye ragihandin ku Ebadî piştî gihêştina nav bajarê Mûsilê azadiya vî bajarî  li gelê Iraqê pîroz kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu