Xweşrû: Emerîka berpirsê kiryarên terorîstî yên Munafiqan e

Nûnerê dayimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rxistina Neteweyên Yekbûyî bi şandina namayekê bo Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî daxwaza rawestandina siyasetên Emerîkayê yên piştgiriya ji koma terorîst a Minafiqan kir û destnîşan kir: Berpirsiyariya navneteweyî ya sûçên terorîstî yên vê komê, ser milê dewleta Emerîkayê ye.
Li gorî rapora siba roja sêşemiyê ya IRNA`yê, li nama Qualmelî Xweşrû hatiye destnîşankirinê ku Komara Îslamî ya Îranê bi tundî kiryarên neqanûnî yên dewleta Emerîkayê li dijî gelê Îranê ji wan piştgirî û dabînkirina aborî ya koma terorîst a Munafiqan şermezar dike û ewê binpêkirina mafên navneteweyî, armanc û prensîpên manîfesta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û her wiha qanûnên navneteweyî yên rawestana li ber terorîzmê bi taybet berpirsiyariyên navneteweyî yên dewleta Emerîkayê ji bo girtina pêşiyê, mehkemekirin û cizakirina sûçên terorîstî dizane.
Nûnerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li NY li vê nameyê bal kişand ser derketina navê koma Munafiqan ji lîsteya komên têrorîst a Emerîkayê li sala 2012`an û got: Ev kiryara Waşengtonê, tenê nîşana pîvana dualî û bijarte ya dewleta Emerîkayê di warê rawestana li ber terorîzmê da ye.
Xweşrû her wiha bala xwe da ser beşdariya hin kesayetiyên siyasî û hevkarên dewleta Emerîkayê ji wan Rûdî Cûlyanî, parêzêerê kesane û Niyot Gîngerîç, şêwirmendê Donald Trump serokkomarê vî welatî li civîna 30`yê Hezîranê ya Koma terorîst a Munfiqan li Parîsê û got: Kesên hanê li tawanên pûç û gotinên derew li dijî Komara Îslamî ya Îranê beşdarî hebûne.
Xweşrû her wiha destnîşan kir ku koma terorîst a Munafiqan berpirsê terora zêde ji 17 hezar îraniyan ji wan parlimanter, rayedarên pilebilind ên dewletî û eskerî, welatiyên sivîl ên bê guneh û her wiha welatiyên biyanî ye ku bi caran ji aliyê endamên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û saziyên serbixwe ve hatine qeydkirin.