NûçeRojhilatanavinSûriye

Teqîna giran li bajarê Cebelê yê Sûriyê

Li encama teqîneka giran li bajarê Cebelê li derdora Lazqiyê çend kes hatin kuştin an birîndar bûn.

 Li gorî rapora El-Alamê li encama vê teqînê herîkêm 9 kes hatin kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûne.

Ev teqîn li nêzîkî werzişgeha şaredariyê û li ber navendên ticarî qewimiye.

Televîzyona  Sûriyê ragihand ev teqîn li dema  qelebalixa welatiyan  li wir cih hatiye.

Destpêka îsal jî çendîn bombe li bajarên Cebelê û Tertûsê li parêzgeha Tertûsa Sûriyê hevgav teqîn ku li encama  wan 170 kes hatin kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu