NûçeRojhilatanavinYemen

Teqîna hêlîkoptera erebistanî li Necranê

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, hêlîkoptereka Apaçî ya hêzên destdirêjker ên siûdî li navçeya Necranê li başûrê Erebistanê jorda xistin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRIB News`ê, di encama êrişeka din a artêşê û Komîteyên Gelanî yên Yemenê ser pêgehên kirêgirtiyên siûdî yên li Necranê, tankeka Abramsê teqiya û hemî pênc kesên têde hatin kuştin.

Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê, piştî serdestiya li ser hin navçeyên li Necrana Erebistanê, pêşveçûneka berbiçav di vê navçeyê de hebûne.

Di eynî demê de Ebdullah Raşêd El Burzî, leşkerê yemenî li gotûbêja bi  Ajansa nûçeyan a Farsê re, nirxandin û hesabên Riyazê li Yemenê yên bi saya piştgiriya Amerîka û Ingilistanê şaş wesif kirin.

Wî ragihand piştî derbasbûna bîst mehan ji êrişa hovane ya Erebistanê ser Yemenê, berxwedana leşkerî, meydanî û aboriya gelê vî welatî projeya leşkerî, siyasî û aboriya siûdiyan a li Yemenê bêencam kiir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu