IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê li hemberî gotinên neberaqil ên Erdogan tiranê xwe lê kirin

Serokwezîrê Iraqê cardin li hemberî helwêst û gotinên neberaqil ên serokomarê Tirkiyê ku bi eşkera xwe tevlî karûbarên Iraqê dike, bertekek tund nîşan da.

Li gor rapora IRNA, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şeva çûyî li bersiva gotinên neberaqil ên serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got: Gelê Iraqê welatê xwe bi îrade û viyaneke qahêm azad dikin ne wekî Erdogan ji riya Skype`ê.

Ebadî ji bo bersivdayîna Erdogan bi vê gotina xwe balê dikişîne ser şeva 15 Tîrmehê ya hewldana darbeyê li Tirkiyê li li wê şevê Erdogan ji cihekî nediyar bi riya Skype`ê ji xelkê Tirkiyê dixwaze ku li ber darbeyê bisekinin.

Berî vê yekê Sed El-Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê li berteka derheq gotinên neberaqil ên rayedarên tirk bi taybet ên Erdogan li dij Iraqê gotibû: Bexda êdî pê hesyaye ku gotûbêjên bi Enqerê re bê feyde ne û ti sûdeke wan ji bo çareseriyê tine.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh li berteka derheq hişyariya serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li bara dûhatên hebûna hêzên tirk li Beşîqaya Mûsilê got: Artêşa Tirkiyê li bargeha Başîqayê ti destûrekê ji dewleta Iraqê nastînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu