Grûpa terorîstî ya bereya El-Nusre ragihand ku teqîna întiharî li bajarê Idliba Sûriyê û bi rmanca kuştina Ebdullah El-Muhîsnî, miftiyê ev grûpa terorîstî qewimiye.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê, û ji zarê televîzyona Meyadînê, bereya El-Nusre ji teqîna întiharî li ber mizgevta Ebûzerê Qefarî li bajarê Idliba Sûriyê agahî da.
Li gorî vê raporê, li vê teqînê yek ji hevriyên Ebdullah El-Muhîsnî miftiyê siûdî yê bereya El-Nusre hat kuştin û hîn tiştek li bara çarenivîsa Muhîsînî nehatiye ragihandin.
El-Meyadînê her wiha ragihand: Navenda medyayî ya grûpên çekdar li Sûriyê ragihand ku armanca teqîna întiharî ya îro li ber mizgevta Ebûzerê Qefarî ya bajarî Idlibê, terora Ebdullah Muhîsînî miftiyê siûdî ya bereya El-Nusre bûye.
Li gorî ragihandina vê navendê, çend kes li vê operasyonê ku bi ekmberê teqînê cih hat, hatin kuştin û birîndar bûn.
Ji aliyê din ve terorîstan êriş kirin ser hêzgeha sereke ya iliktrîkê li Derayê ku berhemhênerê sereke yê iliktrîka vî bajarî ye û xisarên giran li vê hêzgehê xistin bi curekê ku xebata hêzgehê hatiye rawestandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)