NûçeRojhilatanavinSûriye

Teqîna kargeheke çêkirina bombeyên kîmyawî ya terorîstan li Sûriyê

Herî kêm 11 karzanên kîmyaway yên brîtanî, çaçanî û tirkiyeyî li teqîna kargeha madên kîmyawî ya terorîstan li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê can dan.

LI gor nûçeya IRNAyê ev teqîna duh li kargeha çêkirina bombeyên kîmyawî û madeyên teqînê ya bajarokê Termanîn li bakura parêzgeha Idlibê li nêzîkiya sînorê Tirkiyê teqiya.

Berî vê yekê terorîstan bi alîkariya medyaya welatên rojavayê û Kum Sipiyan senariyoyên curbicur lidarxistin ji bo ku Sûriyê tawanbar bikin ku çekên kîmyawî bikar tîne, lê belê ew gişt ji ber nebûna belgeyan pûç bûn.

JI meha Nîsanê heya niha zêde ji 386 terorîst bi destê artêşa Sûriyê li parêzgehên Idlib, Heleb û Hemahê hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu