Vê sibê li klîseya Ortodoksê qêbtî ya Sênt Markê li Qahirê teqînek qewimî ku li encama wê bi dehan kes hatin kuştin an birîndra bûn.
Li gorî rapora çavkaniyên xwecî jinekê centeya xwe nav yek ji odeyên vê klîseyê hişt ku piştî ku bixwe ji wir derket centeya hanê teqiya.
Li gorî vê raporê li encama vê teqînê heya niha 25 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn.
Hîn tu grûpekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye istûyê xwe.
Eva duwem operasyona terorîstî li çend rojên buhurî li Misrê ye.
Îna buhurî jî 6 polîsên vî welatî li encama teqîna li bajarê Cîzeyê li nêîzkî Qahirê hatine kuştin.
El-Sîsî serokkomarê Misrê teqîna treorîstî ya îro bi tundî şermezar kir û sê rojan Şîna Giştîî li vî welatî ragihand (BANGÊ ÎSLÂMİ).