ÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Berteka Îranê li hemberî binpêkirina rêketinama navokî, yê vebirr be

Serokê Sazîya Ênêrjîya Atomî ya Îranê ediland ku heke aliyên din ên endamê Koma 5+1`ê rêketinama di navbera Îranê û vê komê da binpê bikin, Îran yê bertekeke vebirr û giran nîşan bide.

Elîekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê îro li konfiransa navnetewî ya Ewlehîya Navokî li Viyenê, bi gotina vîya ku pêbendîya li cihanîna rêketinama navokî maye ser cihanîna soz û pêngavên aliyên din ên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û got: Komara Islamî ya Îranê heta niha sozên xwe di çarçova vê rêketinamê da cih anîne û nabe destpêkirê binpêkirina sozan.

Elîekber Salihî li vê civînê bal kişand ser vîya ku Îran ji piştgirên cidî yên cehana bêyî sîlehên navokî ye û li ser girîngîya serêxwegirtina armanca Rojhilata Navîn a bêyî sîlehên navokî di vê çarçovê da ye.

Salihî li dewama xeberdana xwe xwedûrgirtina narewa ya Rêjîma Sîyonîst ji wajokirina Peymana Qedexeya Çêkirin û Berfirekirina Sîlehên navokî (NPT) û bernama navokî ya eskerî ya vê rêjîmê sedema dilgiranîya cidî û gefek li dijî ewlehîya navçeyî û navnetewî zanî.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê herwiha got: Kiryarên têkildarî ewlehîya navokî nabe bandorê li hevkarîya navnetewî di warê bikaranîna aştîyane ya enerjîya navokî bike yan jî wê lawaz bike.

Konfiransa Navnetewî ya Ewlehîya Navokî îro bi armanca girtina pêşîya xirabkarîya li navendên navokî, girtina pêşîya dizîn û qaçaxa madeyên navokî bi pişkdarîya welatên endamê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê li Viyenê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu