İslami Davet Kurdi Bange İslami

Teqîna li rojhilata parêzgeha Diyale ya Iraqê

Çavkaniyên xwecî yên Iraqê ragihandin ku di encama teqîna bombeyekê li rojhilata parêzgeha Diyalê de du kes hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî rapora rojnameya înternetî ya El Sûmeriye News a Iraqê, çavkaniyeka xwecî ya li parêzgeha Diyalê ragihand: Sibeha îro şemiyê dema derbasbûna trombîlekê li navçeya El Dayniye (li 45 kîlometriya rojhilata Beqûbê) bombeyek ku li ser cadê hatibû danîn teqiya û di encama wê de du kes hatin kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Hêzên iraqî li dewama pevçûnên giran ên bi DAIŞ`ê jibo azadkirina taxa El Risale li rojavaya Mûsilê hewl didin. Hêzên polîsê fêdêral ê Iraqê jî xelkê ji du navçeyên din ên bajarê Mûsilê li bakurê vî welatî derxistin. Polîsê fêdêral ê Iraqê xelkê aware ji navçeya Bab El Tewbê û Bab El Beyzê li beşa kevnar a bajarê Mûsilê, veguhestin beşa Karaj aBexdayê û rawestgeha trenê ya Mûsilê.

Serleşker Raêd Şakir Cewdet, fermandeyê polîsê fêdêral ê Iraqê berî niha gotibû, yekîneyên polîsê fêdêral, bazara El Erbia û sîloya navenda li beşa kevna ra bajarê Mûsilê girtine destê xwe.

Cewdet herwiha got: Hêzên berteka lezgîn û polîsê fêdêral li operasyoneka ji nişkêveyî, endamên DAIŞ`ê li beşa kevnar a bajarê Mûsilê dorpêç kirin û 13 kes ji wan kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version