Li gor çalakvanên xwecihî, duh li gundê Til Sosînê yê bi ser deverên Şehbayê ve, bombeyek ji bermayên rêxistina DAIŞê di zarokê yê bi navê Horîk Mihemed Çawîş de teqiya û bi giranî birîndar kir.
Horîk Çawîş ê 16 salî, ku ji xelkên gudê Dêrsiwanê yê navçeya Şeran e, di wê bûyerê de, lingê xwe yê rastê wenda kir û bo nexweşxaneya deverê hat veguhestin.