IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîna sê bombeyan li paytexta Iraqê

Li encama teqîna sê bombeyan li paytexta Iraqê 2 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

  Li gorî rapora roja  yekşemiyê ya  malpera El-Someriye News`ê, li encama teqîna bombeyekê li navça Taciyê li bakurê Bexdayê 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî vê raporê her wiha  du teqîn li başûrê Bexdayê qewimîn ku li encama wan 5 iraqî birîndar bûn.

Hîn tu kes an grûpekê berpirsiyariya  van teqînan negirtiye istûyê xwe .

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li mehên buhurî jibo cebirandina  işkestên xwe li Mûsilê êrişên xwe yên teqînê li hin bajarên  Iraqê ji wan li Bexdayê girantir kiriye.

Di eynî demê de artêş û hêzên gelanî yên Iraqê çend gundên din li Mûsilê navenda  parzêgeha  Neynewayê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.

Hêzên iraqî her wiha karîn êrişa  DAIŞ`ê ser rojava  Mûsilê bêencam bikin.

Li encama vê êrişê da bi dehan  kes ji endamên tekfîrî hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Li parêzgeha  Kerkûkê li bakurê Iraqê jî  ji ber dewama  êrişên hewayî  ser meqerên DAIŞ`ê herîkêm 10 kes ji endamên DAIŞ`ê hatin kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu