IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Teqîna terorîstî li başûrê Bexdayê

Li encama teqîna terorîstî li başûrê Bexdayê, çend kes ji hêzên gelanî nasiyar bi El-Heşd El-Şeibî hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî rapora Someriye Newsê, roja duşemê li encama teqîna du bombeyên bicihkirî li ser riya trimbêlên hilgirê hêzên El-Heşd El-Şebî li navça El-Letîfiyê li başûrê Bexdayê, sê kes ji van hêzana hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve, fermandehiya opersyona hevpar a parêzgeha Enbarê ragihand ku li encama êrişên esmanî yên artêşa Iraqê li başûrê Felûcê li navçeyên Amêriye û El-Bûşehabê li rojava Iraqê, herîkêm 20 endamên grûpa treorîst a DAIŞ`ê hatin kuştin. Li encama vê opersyonê cebilxaneyeke terorîstan jî hat têkbirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu