IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîna terorîstî li Kerkûka Iraqê

Li encama teqîna trimbêleke bombekirî li bajarê Kerkûkê li bakurê Iraqê, herîkêm 5 kes hatin kuştin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, ev teqîna  duh berêvarê li riyeke li  Kerkûkê ku dengderên iraqî jê derbas dibûn, qewimî.

Koma terorîstî ya DAIŞ`ê ku beriya hilbijartinên Iraqê gefa  cihanîna êrişên terorîstî xwaribû, berpirsiyariya vê êrişê da istûyê xwe.

Ev teqîna terorîstî li halekê qwimî ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê, roja şemiyê êrişa endamên DAIŞ`ê ser navendên  denggirtinê bêencamkiribûn.

Tevî işkesta koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê, hîn jî hejmarek ji endamên  vê komê li navçeyên curbicure vî welatî de hene û  carnan dest bi operasyonên terorîstî dikin.

Hilbijartinên parlemanî yên Iraqê roja şemiyê hat lidarxistin.

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê piştî kutabûna  hilbijartinê li daxûyaniyekê spasiya gel, hêzên ewlehiyê, saziyên dewletî û hemî kesên ku lui cihanîna  serketî ya hilbijartinên  parlemanî yên vî welatî rola xwe hebûne kir.

Başa dön tuşu