Li encana teqîna terorîstî li Bexdaya paytexta Iraqê hejmarek ji xelkê sivîl ê iraqî hatin kuştin an birîndar bûn.
Sed El-Me`ên berdevkê operasyona Bexdayê ragihand ku roja duşemiyê li encama teqîna trimbêleke bombekirî li nêzîkî meydana firotina pincaran li navça ticarî ya Cemîlê li rojhilata Bexdayê du kesên sivîl ên iraqî hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî vê raporê li encama teqîna terorîstî, trimbêl û navendên ticarî yên vê navçê di êgir de şewitîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)