ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Firokexaneya Dubeyê bi firokeya bêfirokevan a `Semad 3` kete ber êrîşê

Yekîneya firokeyên bêpîlot a artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê firokexaneya Dubeya Imaratê bi Semad 3ê da ber êrîşê,.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê El Mesîrê, Ezîz Raşid berdevkê artêşa Yemenê li hevpeyivîna bi Sputnikê ra got: Operasiyona taybet a îro (Duşemiyê) li Imaratê û bi taybet firokexaneya Dubeyê, hişyariyeka din pûişûtî êrîşa li ser kompaniya Aramkoya Erebistanê ye.

Artêşa Yemenê meha Hezîranê karîbû ku bi bikaranîna firokeyên xwe yên bêpîlot ên dûrmenzîl, palavgeha Kompaniya nifta Erebistanê (Aramko) bide ber êrîşê ku li gorî itirafa siûdiyan agir pê ket.

Ezîz Raşid tevî hişyariya li destdirêjkerên siûdî, got: Bi dirêjbûna şerê Yemenê, şiyana Balistîk û firokeyên bêpîlot a Yemenê berfireh dibe û hêzên yemenî dê armancên xwe yên leşkerî û aborî bi dest bixin.

Yekîneya firokeyên bêpîlot a artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê roja Yekşemiyê jî cihê kombûna serokên kirêgirtiyên siûdî li parêzgeha Beyzayê li navenda Yemenê da ber êrîşê.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu