NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa hêzên yemenî ser meqerên eskerên siûdî li Esîrê

Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê kombûna eskerên Erebistana Siûdî û kirêgirtiyên vî welatî li navça sînorî ya Esîrê, başûrê Erebistanê dan ber êrişan.

 Li gorî rapora IRNA`yê, û ji zarê navenda nûçan a kanala televîzyonî ya El-Mesîrê, artêş û komîteyên  gelanî yên Yemenê roja çarşemiyê çend gulleyên topê ser meqerên  eskerên siûdî li derbasgeha  Elebê û çend  mûşekên Katoşiyayê jî avêtin ser navenda Erabê li Esîrê ku gelek xisar li hêz û kelûmelên  wan  ket.

Çavkaniyeke  eskerî ya yemenî li vê barê raghand: Li encama operasyona  artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê  trimbêleke  eskerî ya siûdî jî li derbasgeha  Elebê îmha bû.

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê roja sêşemiyê jî trimbêleke  eskerî ya Erebistanê li Esîtê îmha kirin.

Hejmarek i eskerên Erebistanê jî roja çarşemiyê  li encama êrişa artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê ser meqerên wan li navça sînorî ya Cîzanê li başûrê Erebistanê hatin kuştin.

Di eynî demê de, hêzên berxwedana  yemenî cihê kombûna kirêgirtiyên  siûdî û cebilxaneyên wan li bakurê çola Mîdiyê li parêzgeha  Heceyê,  li bakurê rojava  Yemenê dan ber gullên topxanê.

Hevgav, balefirên  destdirêjkirên  siûdî roja çarşemiyê, çar caran du navçeyên  Herez û Mîdiyê li parêzgeha  Heceya Yemenê bombebaran kirin.

Şerê Rejîma  Siûdî tev çend  welatên din li dijî gelê Yemenê ji Adara 2015an  destpê bûye û heya niha nêzîkî 40 hezar kes hatine kuştin û birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu