ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Celalî: “Ji bo girtina pêşiya êrîşên saybirî karin baş hatine kirin“

Serokê Saziya Bergiriya Sivîl a Îranê, serdar Xulamhusêyn Celalî bi amadebûna li bernameya Gotûbêja taybet a nûçeyan a kanala 2`ê ya têlêvîziyona Îranê tevî amajeya bi vê yekê ku yek ji gefên warê aborî, gefa saybirî ye, got: “Ji ber ku şiyanan Îranê ya berevaniyê zêde ye, bijardeya gefa leşkerî hatiye wêdadayîn û warê gefa teze û ciddî, abor e“.

Serdar Celalî bal kişande ser vê yekê ku boykot ji gefên din ên aborî li dijî Îranê ne, got: “Amerîkî çaverê bûn ku ji riya Lihevkirina Navokî bisînorkirinên seratir ji sînordarkirinên navokî bi dest bixin“.

Serokê Saziya Bergiriya Sivîl a Îranê got: “Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê heşt caran sozdariya îranê li warê Lihevkirina Navokî piştrast kir; Loma wan mehneyên din ji wan mûşekî û nearamkirina navçeyê hilêxistin û boykota Katsayê sepandin ku ji çend rojên din va wê dest pê bibe“.

Kongreya Amerîkayê roja 25`ê Tîrmeha 2017an plana boykotên giştalî li dijî Îranê pesend kir kukurteya vê qanûnê bi zimanê Inglîsî wek Dayîka Boykotan “Katsa” tê zanîn.

Serokê Saziya Bergiriya Sivîl a Îranê, Serdar Celalî her wiha got: “Amerîkî hez dikin Îranê sozdarê Lihevkirina Navokî bin, lê bi xwe wê binpê bikin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu