NûçeRojhilatanavinSûriye

Teqînek di nav binkeyê terorîstên Sûriyê de pêkhat

Teqînek li binkeyê gruba terorîstên Sûriyê yên li rojavayê wî welatî pêkhat û bû sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek çekdarên wan.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê teqîn şeva borî 12.07.2017ê li bajarê Îdlîbê pêkhat û herî kêm bûye sedema mirina 12 kesan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Hat zanîn teqîn ji ber wesayîta bombekirî pêkhatiye, ku xwekujekê wesayît diajot û xwe di nav desteya rêxistina tund a ser bi El-Qaîdê, Tehrîr Şam de teqandiye.

Piştî destpê kirina şerê navxwe yê Sûriyê, bi dehan grubên çekdar û tund ava bûn, ku ya herî tund jî rêxistina terorîst a DAIŞê û grubên ser bi El-Qaîdê ne ku ew her du grub jî berdewam şerê yek dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu