IraqNûçeRojhilatanavinSûriye
Teqînek li bajarê Qaîm pêkhat

Teqîneke bihêz li bajarokê Qaîm ya ku dikeve ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê pêkhat, di encam de çend kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Îro Înê otombîleke bombekirî li bazraa Hesîbe ya bajarê Qaîm li ser sînorê navbera parêzgeha Enbara Iraqê û Sûriyê pêkhat.
Li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kesekî canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
Hîn ti kes û grûpekê ev teqîna negirtiye sikura xwe, lê belê piraniya teqînên wiha karê koma terorîst a DAIŞê ne.