EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Teqînek li Kabulê rûda

Teqînê careke din beşeka bajarê Kabulê hejand.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a AVAyê, Firdos Feramerz Berdevkê Polîsê Kabulê got: Ji ber teqîna sibeha îro li cadeya Baxê Qazî li Kabulê, şeş welatiyên sivîl birîndar bûn.

Cûreya vê teqînê hîn nehatiye diyarkirin.

Ev di halekî da ye ku di du mehên dawî da, teqîna mînên megnetîkî li Kabulê gelekî zêde bûye û hejmareke çekdar û welatiyên sivîl di van êrîşan da hatine kuştin an birîndar bûne.

Başa dön tuşu