IraqNûçeRojhilatanavin

Teqîneka giran başûra Bexdayê hejand

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê, sibeha sêşemiyê ragihandin ku li xeteka veguhestina nifta vî welatî li başûrê Bexdayê, teqîneka giran pêk hat.

Li gorî rapoa malpera nûçeyan a Sumeriye News a Iraqê, di encama wê teqînê de tu kes nehatiye kuştin. Çavkaniyeka agehdar a iraqî ku xwest navê wî neyê gotin, vê malperê re got: Komên alîkarîgihandin û rizgarkirina Iraqê xwe gihandine cihê bûyerê ta ku pêşiya hederçûna nifta vê xeta boriyê bigirin.

Hîn tu kes yan komekê berpirsyariya vê êrişê negirtiye ustiyê xwe, lê bi giştî koma terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê karên wiha cih tîne.

Armanca DAIŞ`ê ji cihanîna kiryarên wiha, têkbirina aramiya hêzên iraqî li bakûrê vî welatî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu