İslami Davet Kurdi Bange İslami

Teqîneka giran li paytexta Yewnanê qewimî

Çavkaniyên ewlehiyê yên Yewnanê ji teqîneka giran li bajarê Pîre li nêzî Atêna paytext agahî dan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, çavkaniyên ewlehiyê yên Yewnanê, roja çarşemiyê ragihandin, sedema vê teqîna li bajarê Pîrê, alavek bû ku kesekî nenas ji nav trombîlekê avête derve.

Li gorî ragiahndina çavkaniyên ewlehiyê yên Yewnanê, ev teqîna gelek xisar li çend trombîl û avahiyan xist.

Polîsê Yewnanê ragihand: Li vê teqînê tu kes nehatiye kuştin yan jî birîndar nebûye.

Herwiha polîsê Yewnanê demlidest piştî vê teqînê, lêkolînên xwe yên li ser sedema vê bûyerê destpê kir.

Exit mobile version