
Teqîneke mezin nêzîk balyozxaneya Amerîkayê ya li paytexta Çînê Pekînê pêkhat.
Li gor zanyariyên berdest teqîn îro 26.07.2018ê nêzîk balyozxaneya Amerîkayê pêkhat û li gor zanyariyên destpêkê hatin belav kirin, hejmarek kes hatine kuştin û birîndar bûne, lê derbarê hejmarê de heta naha ti agahî nehatine dayîn.
Heta naha sedemê teqînê û aliyê ku teqîn pêkaniye aşkera nebûye.