Di encama teqînên têrorîstî li başûr û rojavaya Bexdayê herîkêm 18 kes hatin kuştin yan birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Ehl El-Beytê, êvara îniyê, 27`ê Gulana 2016`an, di encama teqîneke têrorîstî li navçeya Werdiyeya şaristana Medayînê li başûrê Bexdaya paytexta Iraqê du welatiyên iraqî hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Di encama teqîneke din a têrorîstî li nêzikî navçeya Hey El-Firata rojavaya Bexdayê jî kesek hat kuştin û heft kes birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)