CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Li Malezyayê balafira Hêzên Esmanî ya Qraliyetê winda bû

Hat ragihandin ku li Malezyayê balafira şer a tîpa wê 108 e û ya Hêzên Esmanî ya Qraliyetê ye, winda bû.

Li gor nûçeya BERNAMAya ajansa nûçeyan a fermî a Malezyayê, balafira ku vê sibehê ji balafirgeha nêzî paytexta eyaleta Pahangê rabû, nîv saet şûnda winda bû.

Hat gotin ku dema balafir winda bû li ser hidûdê eyaletên Terenganû û Pahangê bû.

Yekeyên Hêzên Esmanî ji bo dîtina balafira windabûyî, seferber bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu