IraqNûçeRojhilatanavin

Teqînên xwînbar li Bexdayê

Ji ber çend teqînên têrorîastî di roja çarşemiyê da li taxên cûrbicûr ên Bexdaya paytexta Iraqê hejmarek ji welatiyan hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Erebeyeke bombekirî li nêzikî mûzexaneya El Bexdadiyê li taxa Şûrceya Bexdayê teqiya ku di encama vê teqînê da hejmarek ji welatiyan hatin kuştin û birîndar bûn.

Her wiha bombek jî li Kolana El Reşîdê li nêzikî meydana El Resafiya Bexdayê ku yek ji navendên ticarî yên herî girîng û qelebalix tê hesêb teqiya ku di encama wê da 10 welatiyên iraqî hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Di encama vê teqînê da hemî riyên ku digihêjin Meydana El Resafiyê li navenda Bexdayê hatin girêdan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu