Termê sînorparêzê şehîd li Banê li parêzgeha Kurdistanê hat oxirkirin. Rê û resma oxirkirina termê sînorparêzê şehîd, sutwan duyem, Mustefa Ebdulmelikî bi beşdariya fermandê sînorvaniya NACA yê, malbatên giranqedr ê şehîd, îsarkir, hêzên eskerî,hêzên ewlehî, sînorvanî û kargêran li bajarê Banê hat lidarxistin.
Sutwan duwem Mistefa Ebdulmelikî fermandê qereqola Berwîşka Kanî êvara sêşemiyê li encama pevçûna bi komeke şerûd û qaçaxçî re şehîd bû.
Rê û resma oxirkirina termê paqij ê vî şehîdî berêvara çarşemiyê bi beşdariya Serdar Qasim Rizayî, fermandê sînorvaniya NACA`yê, bi beşdariya komeke ji gelê şehîdperwer û hevçeperên şehîd ji ber sipahê Nahiyê heya meydana cîhadê vî bajarî hat lidarxistin.
Serokê beşa îdolojîk û siyasî yê henga sînorî ya bajarê Banê li vê merasimê rêz ji cih û şûna bilind a şehadetê bona bervaniya ji nirxên îslamî girt û got: Şehîd mîrata mayînde ya civaka îslamî ye û wek mînak û sembolên fîdakarî û îsarê tê binavkirin.
Termê paqij ê şehîd Ebdulmelikî piştî merasima oxirkirinê ya gelê şehîdperwer û sînorvanê Banê bona defnkirinê hat guhestin bo bajarê Qorweyê li Kurdistanê.