Terora neserketî ya wezîrê berevaniyê yê Iraqê
Wezîrê berevaniyê yê Iraqê ji êrişa DAIŞ`ê li parzêgeha Neynewayê li rojava Iraqê rizgar bû.
li gorî rapora Rûsiya El-Yewmê, karwana hevriyê Xalid El-Ubeydî wezîrê berevaniyê yê Iraqê roja duşemiyê bi gulleavêtin û êrişa hawanê ya terorîstên DAIŞê li başûrê Mûsilê rûbirû bûn. Wezîrê berevaniyê yê Iraqê piştî vê êrişê û rizgarbûna ji vê êrişê çû meqerê fermandeyê operasyona Neynewayê.
Hejî gotinê ye fermandên pilebilind ên artêşê ji wan serokê erkan û fermandên hêzên bejahiyê û hewayî, hevrêtiya El-Ubeydî kirin.
Wezîrê berevaniya Iraqê, hefteya buhurî dema ku jibo dayîna bersiva îstizaha nuneran çûbû parlemanê, serokê parlemanê û çend qanûndaner tawanbarê istandina bac û bêşan û gendeliya aborî kir û piştî wê ser fermana serokwezîr hin lêkolîn li vê barê destpê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)