IraqNûçeRojhilatanavin

Terora neserketî ya wezîrê berevaniyê yê Iraqê

Wezîrê berevaniyê yê Iraqê ji êrişa DAIŞ`ê li parzêgeha Neynewayê li rojava Iraqê rizgar bû.

 li gorî rapora Rûsiya El-Yewmê, karwana hevriyê Xalid El-Ubeydî wezîrê berevaniyê yê Iraqê roja duşemiyê bi gulleavêtin û êrişa  hawanê ya terorîstên DAIŞê li başûrê Mûsilê rûbirû bûn. Wezîrê berevaniyê yê Iraqê piştî vê êrişê û rizgarbûna  ji vê êrişê çû meqerê fermandeyê operasyona Neynewayê.

Hejî gotinê ye fermandên pilebilind  ên artêşê ji wan serokê erkan û fermandên  hêzên bejahiyê û hewayî, hevrêtiya El-Ubeydî kirin.

Wezîrê berevaniya Iraqê, hefteya buhurî dema ku jibo dayîna  bersiva îstizaha nuneran çûbû parlemanê, serokê parlemanê û çend  qanûndaner tawanbarê istandina bac û bêşan û gendeliya aborî kir û piştî wê ser fermana  serokwezîr hin lêkolîn li vê barê destpê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu