ÎranNûçeRojhilatanavin

Terorîsm û qeyrana navçeyî, mijara hevpar a Îran û Fransayê

Serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, got, Îran û Fransa, di warê qeyranên navçê û pirsgirêka terorîsmê de, nihêrîneka hevpar hene.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li civîneka hevpar a çapemeniyê tev Klod Barlton, serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê li Têhranê, peywendiyên parlimanî yên di navbera her du welatan de, xwediyê dîrokeka baş da zanîn û herwiha got: Sefera Bartloni bo Îranê, xaleka berbiçav a li peywendiyên parlimanî yên di navbera du welatan bû. Larîcanî destnîşan kir, li hevdîtina tev serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê, li ser berfirehkirina peywendiyên aborî û ji navbirina hin berbendên di navbera du welatan de, gotûbêj hate kirin û li ser meselên navçeyî yên wekî mijara Iraq, Sûriye, Libnan û hin welatên din jî, hin rêçare hatin raberkirin.

Klod Bartlon, serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê jî got, hevdîtin û şêwirîna di navbera rayedarên Îran û Fransayê de, wê alîkariya xurtkirina peywendiyan, cihhatina tam a hevhatinnameyên Viyenayê, rakirina berbendên bankî û beşdariya kompaniyên fransî li Îranê bike û di encamê jî wê bibe sedema berfirehbûna peywendiyên aborî yên du welatan.

Barltoni destnîşan kir, Fransa li ser berfirehkirina peywendiyên zêdetir ên parlimanî bi Îranê re pêgîriyê dike. Serokê Meclisa Neteweyî ya Fransayê, tev Hesen Ruhanî, serokkomarê Îranê re jî hevdîtin pêk anî û biryar e ku bi Mihemedcewad Zerîf, wezîrê karên derve û Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê jî, hevdîtin û gotûbêj pêk bîne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu