IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Terorîst a DAIŞê du zanayên olî yên îslamî li bajarê Mûsilê serjê kirin

Li gorî çapemeniya Iraqê li ser agahiyên çavkaniyekî li bajarê Mûsilê eşkere kir ku ew du zanayên olî sofî bûne û bi tometa kafirbûnê û vegera wan a ji îslamê vegeriyane û terorîstên DAIŞî li taxekî bajarê Mûsilê li pêş xelkê ew serjêkirine. Li gorî agahiyên çavkanî, yek ji wan zanayê olî temênê wî 95 salî bûye.

Ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê terorîstên DAIŞê pir şepirze bûne û gumana dijatiya herkesekê bikin, bi tometa kafirbûnê dikûjin. Çend rojên borî, ew terorîst li çola Sînayê li Misrê ji bo ku bîat bi DAIŞê nanîbû, pîremêrekî temenî wî 100 salî bi tometa kafirbûnê serjê kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu